Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke çek û cebilxaneyê şande rojhilatê Feratê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor çavkaniyên xwecihî, nêzî 250 kamyonên barhilgir ên çek û cebilxaneyê di dawiya vê hefteyê de gihiştine rojhilatê Feratê.

 

Li gorî heman çavkaniyan, ew çek û cebilxane li gel bi sedan serbazên Amerîkî gihiştine herêmê.

 

Çavkaniyeke agahdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ew hêza Amerîkî ya nû gihiştiye rojhilatê Feratê ji derdora 500 serbazî pêk tê.

 

Li gorî heman çavkaniyê, ew hêzên Amerîkî ji tîmên erkên taybet û polîsên serbazî pêk tên.

 

Çavkaniyê diyar kir ku erkê wê hêzê ew e ku li gel hêzên Amerîkî yên ku vedikişin bin û ewlehiya wan hêzan biparêzin û her wiha çekên ku bên vekişandin û yên ku ji HSDê re bihêlin ji hev bên cudakirin.

 

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar ku ku dibe di naverasta meha Sibatê de beşek ji hêzên Amerîkayê ji herêmê vekişin.