Li Dadgeha Cezayên Giran a Duyem doza KCKê birêve çû

Amed (Rûdaw) -  Li bajarê Amedê vî heftê li Dadgeha Cezayê Giran a duyemîn doza KCK hate dîtin, doza ku 8 parlementerên HDPê jî tê de têne darizandin de duhHeveşaradarên Amedê Firat Anlî û Gultan Kışanak derketine pêşberî dadwer û herwisa Parlementerên HDPê Osman Baydemîr û Ahmed Yildirim jî bi daxwaza dozger li dadgehê hazir bûn, Doza KCKê yê ku 10 sal e hîn berdewam dike heta niha hîn tu encameke eşkere nekiriye û gelek bersûcin wê girtî têne darizandin.


Li bajarê Amedê vî hefteyê li ser hev çend parlementer û şaredarên DBPê û HDPê di çarçoveya doza KCK yê ku amadebaşiyê wê di 2007 an de destpêkiribû de hatine darizandin


Serokê CHPê yê şaxa Amedê mafnas Şerîf Dogru jî yek jî şopînerê dozê ye,  li ber derê dadgeha Amedê ew jî bi vê yekê amaje dike ku darizandin li Tirkiyeyê ji aliyê Hikumatê ve wek dara zorê ye.


Serokê CHPê yê Şaxa Amedê Şerîf Dogrû ji Rûdawê re wiha got: “Serokên HDPê, parlementer, serokên şaredariyan girtîne, ev hemû bi helwesteke polîtîk hatine holê, ev her wisa tolhildan e û ji bo k udi referandûmê de dest û lingê opozîsyonê li hev gire din.”


Doza ku deh sale dimeşe û 154 kes tê de têne dadgehkirin hîn tu encamek nedaye, HDP li ser vî baweriyê ku ev doz rêlibergirtina karûbarê siyaseta Kurdî ye.


Parlementerê HDPê yê Mûşê Ahmed Yildirim jî got: “Ev doz ji bo me ne mafnasî ye, yê ku vî dozê vekirin hemû endamên cemaata Gulen bûn, û dozên wek, Ergenekon, Balyoz, OdaTv, yek bi yek ketin.”


Dozger, dadwer û fermanberên ku fezlekeyên doza KCK amade kiribûn her wisa di desteserkirina siyasetmedaran de cîh girtîbûn îro ji bi tewana endamtiya rêxistina terorê yan girtî an jî ji kardûrxistîne, serokê Baroya Amedê yê berê Mihemed Emîn Aktar jî dibêje ku pîvanên mafnasiyê li Tirkiyeyê ji bo Kurdan bi şêwayeke cuda ye.


Mafnas Mihemed Amîn Aktar jî wiha axivî: “Di zagona ûsûlê de dema go îdîanamekî were amade kirin divê an kuştî, an mexdûr, an jî gilîkar hebe, div ê dozê de her sê jî nînin.”


Doza KCK Li Dadgeha Cezaya Amedê a Duyemîn di 2007an de destpêkir, di 2009an de 154 kes hatine desteserkirin, di vê pêevajoyê de hîn kes hatine berdan niha jî gelek bersûc girtî têne darizandin.