Kerkûk – 7 hezar mîn û teqemeniyên DAIŞê hatine pûçkirin!

26-01-2016
RÛDAW
Kerkûk - Pûçkirina mînên DAIŞê
Kerkûk - Pûçkirina mînên DAIŞê
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê, heta niha derdora 7 hezar mîn û bombeyên ku DAIŞê danîbûn, hatine teqandin. Pêşmerge dibêjin, çekdarên DAIŞê li wan cihên ku nikarin şer bikin, mîn û teqemeniyan datînin!

Yek ji eniyên ku şerekî xurt li dijî DAIŞê tê kirin, eniya başûr û rojavayê Kerkûkê ye.

 Hêzên Pêşmerge heta niha karîne beşek mezin ji wan cihên ku ketibûn destê DAIŞê, rizgar bikin û wan deran ji mîn û bombeyên DAIŞê pak bikin.

Pêşmerge dibêjin, heta niha derdora 7 hezar mîn û teqemeniyên DAIŞê li wan deran hatine teqandin.

Endamê tîma pûçkirina mîn û teqemeniyan, Rêşwan Ebdullah ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê li wan cihên ku nikarin şer bikin, mîn û teqemeniyan datînin…

Hinek caran ew mînên DAIŞê di nav hêzên Pêşmerge bi taybet bi endamên tîma pûçkirina mînan de jî diteqin û dibin sedema şehîdbûn û birîndarbûna pêşmergeyan…

Li gorî rayedarên Pêşmerge, mîn û teqemeniyên DAIŞê pir pêşketî û xeter in lewma ew bi hişariyek mezin wan pûç dikin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst