15 Photos
Mesîhiyên li Hewlêrê Cejna Christmasê ya ku wekî rojbûna Îsa Mesîh tê qebûlkirin, pîroz kir.
Civaka Mesîhiyan a Hewlêrê li Dêra Mar Tumayê, Cejna Christmasê bi merasîmeke ayînî pîroz kir.
Mesîhiyên Sûriyeyî yên li Hewlêrê dijîn jî beşdarî merasîmê bûn.
Welatiya Sûriyeyî Hala Hebabaya ku ev 2 sal in li Hewlêrê dijî jî wiha got:
"Ez îro li vir im da ku ji bo Kurdistanê û welatê xwe diayan bikim."
Christmas cejneke Mesîhiyan e ku her sal bi piranî 25ê Kanûna Pêşîn bi boneya rojbûna Hz. Îsa tê pîrozkirin.
Foto: Bilind Tahir / Rûdaw