Ferhad Şamî bersiv da: Gelo HSD dê tev li Wezareta Parastinê bibe?

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Wezareta Parastiynê ya Sûriyeyê Ferhad Şamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  li ser biryara ku komên çekdar dê bi artêşê re di bin Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de werin yekkirin, daxuyanî da.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê doh ragihand ku serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) bi komên çekdar re li hev kiriye ku xwe fesix bikin.

Di civîna doh a komên çekdar de biryar hat dayîn ku komên çekdar ên li Sûriyeyê bi artêşê re di bin Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de werin yekkirin.

Lê nûnerên HSDyê di civînê de amade nebûn ku ji sedî 40ê Sûriyeyê di bin kontrola wan de ye.

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî têkildarî vê biryarê ji AFPyê re axivî.

“Divê rasterast were gotûbêjkirin”

Ferhad Şamî got ku tevlîbûna HSDyê ya nava hêzên çekdar ên niştimanî "mijareke ku divê rasterast were gotûbêjkirin."

Şamî îhtîmala entegrebûnê red nekir û diyar kir ku ew dê "tevahiya Sûriyeyê" xurt bike.

“Em dixwazin bi Şamê re diyalogê bikin”

Birêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya HSDyê got, “Em wekî HSDyê dixwazin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Şamê re diyalogê bikin."

Ehmed Şer yekşema borî got, "Em li Sûriyeyê teqez rê nadin hebûna hêzên çekdar ên derveyî kontrola dewletê."

Şer her wiha ragihand ku ev yek ji bo HSDyê jî derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst