Duran Kalkan li ser 'derketina gerîlayan a ji Rojava' çi got?
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Duran Kalkan li ser "derketina gerîlayan a ji Rojavayê Kurdistanê" got, "Eger Rêveberiya Xweser biryarê bide dê PKKyî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin."
Duran Kalkan di bernameya televîzyona Medya Haberê de li ser Sûriye, Tirkiye û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nirxandin kirin.
"Stêrka Rêveberiya Xweser geş e"
Kalkan li ser Rojavayê Kurdistanê got, "Dixwazin bi lez zextê li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin û wan bixin bin gefan lê rewş ne wisa ye.
Eger Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinekî berxwedanê bike, ew li Sûriyeyê hêzeke xurt e û stêrka wê geş e.
Hêzeke bibandor e. Hêza wê heye, gelê ku piştgiriya wê dike heye. Gelekî hişyar û rêxistinkirî ye û berxwedanê dike."
"Ti kesî çaverê nedikir dor ew qasî zû were ser Sûriyeyê"
Kalkan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwestibû bi Beşar Esed re hevdîtin bike û wiha pê de çû:
"Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtina bi Beşar Esed re ruh dida. Bi dizî û eşkere, her tim di vê hewldanê de bû.
Gelek caran ji Putîn xwest ku navbeynkariyê bike. Her kesî digot ku Amerîka dixwest bi Beşar Esed re bimeşe.
Bi rastî ev ne tenê gotin bû. Lê ji nişka ve hin bûyer ev rewş berovajî kir.
Ti kesî çaverê nedikir ku Hizbullah ew qasî zû derbeyeke giran bixwe û dor ew qasî zû were ser Sûriyeyê."
"Avakirina sîstemeke nû li Sûriyeyê zehmet e"
Kalkan derbarê rewşa niha ya Sûriyeyê de jî wiha anî ziman:
"Rewş ne zelal e. Avakirina sîstemeke nû li Sûriyeyê zehmet e. Li Xezeyê jî, li Libnanê jî pêk nehat.
Li Îraqê jî nebû. Ya kevin hildiweşînin ku ev dê li seranserê herêmî be. Tiştên ku niha tên avakirin demkî ne.
Li Sûriyeyê jî dê tiştên demkî ava bikin, eger bikaribin. Ji ber ku li Sûriyeyê nakokî pir in. Pêkhateyên etnîkî pir cuda ne.
Olên cuda hene. Mezhebên cuda hene. Komên cuda yên gel hene. Tenê sîstemên piralî, demokratîk û konfederal dikarin van pêkhateyan bikin yek.
Sîstemên ne demokratîk bi tu awayî nikarin li ser piyan bimînin. Nikarin tiştekî nû biafirînin. Ji ber vê yekê ev ê berdewam bike. Sûriye gavek bû."
"Îran û Tirkiye dê bibin armanc"
Kalkan diyar kir ku Îran û Tirkiye dê bibin armanc û got: "Ji aliyekî ve Îran dibe armanc.
Îran di nava dorpêçê de ye. Zextên li ser Îranê dê zêdetir bibin. Ya din jî Tirkiye ye.
Sîstema sermayeya tekelhezî ya cîhanî hewl dide ku kontrolê li Deryaya Spî ya Rojhilat bi dest bixe, li ser bingeha rêya enerjî û bazirganiyê.
Bi vî awayî rê vedike. Ev paqijkirina rêyê ye. Rewşa li Sûriyeyê jî paqijkirina rêyê ye. Dor dê were Qibrisê. Tirkiye navenda şer e."
"Rêveberiya Xweser dikare bibe modelek"
Her wiha Kalkan ku got ku "Rojava dikare bibe modelek ji bo Sûriyeyê" û wiha pê de çû:
"Ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare bibe modelek ji bo tevahiya Sûriyeyê.
Wan sîstemeke demokratîk ava kir ku dikare hemû pêkhateyên etnîkî yên cuda bigihîne hev.
Di 12 salan de nerîteke rêveberiyê ava kirin. Ezmûnek derxistin holê, tecrubeyek derxistin holê."
"Eger Rêveberiya Xweser biryarê bide, PKKyî dê ji Rojava derkevin"
Kalkan tekez kir ku eger Rêveberiya Xweser biryarê bide, PKKyî dikarin ji Rojava derkevin û wiha got:
"Ji qasê carekê dibêjin pirsgirêka PKKyê, pirsgirêka PKKyê. Di devê xwe de kirine benîşt. Ma HTŞyî kî ne?
Hin ji wan ji Asyaya Rojhilat û hin ji wan ji deverên din ên cîhanê hatine. Komeke komkirî ye.
Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê jî komeke komkirî ye. Hemû ji Asyaya Navîn û ji deverên cuda hatine komkirin û anîn.
Ji aliyê din, yên li wê derê mirovên Kurd in. Ev tê gotin ji bo zextê li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin. Hevalê Cemal (Murat Karayilan) jî diyar kir.
Pêwendiyeke me ya rasterast tune ye. Lê ev ne rewşeke ku bibe pirsgirêk. Ango em bibêjin, wekî şêwirmend hene.
Eger hin kes wekî takekesî kar dikin, ango Kurdên ne Sûriyeyî hene û têkiliyên wan bi PKKyê re hebin û eger Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarê bide ku ew ji herêmên wan derkevin, ew dê derkevin.
Nemaze ji bo PKKyiyan ti pirsgirêk tune ye. Çekên xwe hildigirin û derbazî Bakurê Kurdistanê dibin. Berê jî ji Bakurê Kurdistanê çekên xwe hilgirtibûn.
Ji bo şerê li dijî DAIŞê û berxwedanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn.
Tayyîp Erdogan ji her kesî bêtir vê yekê dizane. Lewma pirsgirêk tune ye.
Ti pirsgirêk tune ye ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tengasiyê de be.
Bi vî awayî nikarin wan bixin tengasiyê. Eger ên ku dê bikevin tengasiyê hebin, ew kes ên din in.
Bila li rewşa xwe binêrin. Ez berxwedana hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî gelê Kurd silav dikim, bi rêzdarî şehîdên wan bibîr tînim.
Di vê têkoşîna dîrokî ya azadiyê de serkeftinên mezin ji wan re dixwazim."