Nêçîrvan Barzanî li ser ketina balafira Azerbeycanê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji ber ketina balafira Azerbeycanê gelekî xemgîn e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez ji ber ketina trajîk a balafira Azerbeycanê ya li Qazaxistanê gelekî xemgîn im.

Fikr û duayên min bi qurbaniyên vê felaketê re ne.

Herêma Kurdistanê di vê dema dijwar de li gel Azerbeycanê di hevxemiyê de ye.”

Li bajarê Aktauyê yê Qazaxistanê balafireke rêwiyan a Azerbeycanê ket ku sefera Bakû-Grozniyê dikir.

Wezareta Gihandinê ya Qazaxistanê ragihand ku li devera Aktauyê balafireke rêwiyan a Şirketa Rêhewayên Azerbeycanê (AZAL) ya ku ji Bakûyê diçû bajarê Grozniyê yê Çeçenistanê ketiye.

Li gorî agahiyan di balafirê de 67 kes hebûn û 38 ji wan mirine.

AZALê jî piştrast kir ku balafira cureya wê Embraer 190 e li nêzîkî bajarê Aktauyê ketiye.

Wezareta Gihandinê ya Qazaxistanê ragihand ku 37 rêwî ji Azerbeycanê, 6 ji Qazaxistanê, 3 ji Kirxizistanê û 16 jî ji Rûsyayê ne.

Alîkarê Serokwezîrê Qazaxistanê Kanat Bozumbayev got, “Rewş ne baş e, 38 kes mirin.”

Hat gotin ku balafir ji ber ku li refên çûkan qelibiye qeza çêbûye û hûrgiliyên derbarê qezayê de paşê dê bên parvekirin.