Şaredarê Qoserê ji DEM Partiyê îstifa kir

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zeynî Îpek Qoser Îstifa DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Qoserê ya DEM Partiyê Zeynî Îpek ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kiriye û dê bi awayekî serbixwe erkê xwe bidomîne.

Serokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek ku di hilbijartinan de ji DEM Partiyê wekî şaredar hat hilbijartin, li ser îstifaya xwe di daxuyaniyekê de got:

“Nêzîkî 35 salan min bi dilsozî û coşeke mezin xizmeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê û prensîpên wê kir.

Di encama hilbijartinên pêşwext de ku ji aliyê partiya me ve hat kirin, ez hêjayî wê hatim dîtin ku bibim namzedê Şaredariya Qoserê.

Bi ragihandina encamên hilbijartinan re bi îradeya gelê me wekî şaredar hatim hilbijartin û min dest bi erkê xwe kir.

Piştre ji aliyê hin kesên ku min bi wan re di nava şaredariyê de dest bi xebatê kir, gef li min hatin xwarin ku dê hinek wêneyên taybet di çapemeniyê de werin parvekirin.

Ji bo ev komploya ku bi armanca bidestxistina birêvebiriya şaredariyê hatiye kirin pûç derxim, her çi qasî ne bi dilê min be jî ez neçar mam ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê îstifa bikim.

Di vê xalê de ez di wê baweriyê de me ku îradeya herî mezin îradeya gel e.

Ez bi vê îradeya xwe hebûm, ez dê hebûna xwe bidomînim û bi rêzdarî radigihînim ku di xizmeta vê îradeya mezin de ez dê bi awayekî serbixwe erkê xwe pêşkêşî gelê hêja yê Qoserê bikim.”

DEM Partiyê ragihandibû ku 1ê Tebaxê li ser Zeynî Îpek lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst