PKKyê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan PKK Gerîla Nasnameya Gerîlayan Xakurk Zap Operasyona Pence-Kilîdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 4 gerilayên canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku her çar gerîlayan li Başûrê Kurdistanê, li devera Xakurk û Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê li devera Xakurk û rojavayê Zapê 22 û 23yê Kanûna Pêşîna 2023yan gerîla bi ser leşkerên Tirkiyeyê ve çûn û çend leşkerên Tirkiyeyê kuştin.

Li gorî heman daxuyaniyê , di vê êrişê de 4 gerîlayan PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku Xakurkê di êrişa gerîlayan PKKyê de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di van şer û pevçûnan de 13 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:

Hakîm Tekînê bi nasnamve Memeyan Armanc, ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye (22yê Kanûna Pêşînê ya 2023yan / Xakurk)

Kawa Takorê bi nasnavê Helmet Şahîn, ji nahiya Dêrelûkê ya Dihoka Herêma Kurdistanê ye (23ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan / Zap)

Welat Sonmezê bi nasnavê Welat Serhed, ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye ye (23ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan / Zap)

Elyasa Çiftçiyê bi nasnavê Huseyîn Azad, ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye 23ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan / Zap)

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst