Li Urmiyeyê 100 darên sêvan ên Kurdekî hatin birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Urmiyeyê hinek kesên nenas nêzîkî 100 darên sêvan ên baxê welatiyekî birîne, kes li ser vê bûyerê nehatiye girtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li gundê Heştiyanê yê navçeya Soma û Biradostê yê bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hinek kesên nenas nêzîkî 100 darên sêvan ên baxê welatiyekî birîn.

Li gorî agahiyan, darên wî baxçeyê sêvan çar sal bûn hatibûn çandin lê heta niha nayê zanîn ew dar ji aliyê kê û ji ber çi hatine birîn.

Herwiha heta niha ti kes li ser bûyerê nehatiye girtin.

Hefteya borî jî li gundê Lor-Balacixê yê Urmiyeyê 200 darên sêvan, gûz û qeysiyan ê baxçeyê welatiyekî ji aliyê karmendên saziya Çavkaniyên Xwezayî ya Urmiyeyê ve hatibûn birîn.

Di rojên destpêka vê mehê de, li gundê Gêsiyanê yê navçeya Soma û Biradostê, darên baxçeyî welatiyekî din ji aliyê heman saziyê ve hatibûn birîn.

Herwiha meha borî karmendên saziya Çavkaniyên Xwezayî ya Urmiyeyê bi sedan darên sêvan ên baxçeyê welatiyekî Kurd li gundê Exiyanê birî bûn.

Li gundê Bendê yê li nêzîkî bajarê Urmiyeyê jî hejmarek dar ji aliyê heman saziyê ve bi hinceta ku li cihên neyasayî û li ser rêya Çemê Sîlvanayê hatine çandin, hatibûn birîn.