Tirkiyeyê bi dronan Qamişlo bombebaran kir

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Dron Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke artêşa Tirkiyeyê li Qamişloyê çapxaneyek û wêstgehek bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyeyê navenda Çapxaneya Sîmavê û Wêstgeha Sedkobiyê ya li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaranê de 3 kes birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêfirokevan a Tirkiyeyê navendeke sotemeniyê û çapxaneyek kir armanc.

SOHRê herwiha destnîşan kir ku danê sibehê li Kobaniyê jî kompanyayeke avahîsaziyê hatiye bombebarankirin û 2 kes birîndar bûne.

Çi bû?

 Di 24 demjimêran de 12 leşkerên artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn û 25 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye ku ev amarên fermi yên Tirkiyeyê ne.

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler diyar kir ku wan çend baregehên PKKyê yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Hevdem artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê jî dest bi bombebarankirina çend cihan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst