Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê hişyarî da

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê HSD Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku êrişên Tirkiyeyê derbasî qonaxeke metirsîdar bûne.

Herî dawî Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê, di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê, stratejîk, tendurîstî û bazirganiyê kirin hedef. 

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî derbarê êrişên Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Mazlûm Ebdî ragihand ku êrişên Tirkiyeyê yên îro li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê, derbasî qonaxeke metirsîdar bûne û li dijî jêrxane û dezgehên sivîl berfireh bûne.

Ebdî herwiha nivîsiye, êrişên Tirkiyeyê dibin sedema bilindbûna asta bêzarî û aloziyan.

Bi gotina Ebdî ew êrişên Tirkiyeyê aramiya herêmê ji nav dibe û metirsiyan bêhtir dikin û ziyanên mezin digihînin sivîlan.

Mazlûm Ebdî herwiha amaje bi wê yekê da ku êrişên Tirkiyeyê nîşan didin ku wê siyaseta komkujiyê daye ber xwe.

Di heman demê Mazlûm Ebdî ji Tirkiyeyê dixwaze ku ew berê xwe bide pirsên xwe yên navxwe û wan pirsan di nav sînorê xwe de çareser bike.

Fermandarê Giştî yê HSDyê ji civaka navdewletî xwest ku ji bo parastina aramiyê rêgiriyê li ber destêwerdana Tirkiyeyê bike.

Mazlûm Ebdî herwiha diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî nîşana metirsî û bêzariyê ye.

Fermandarê giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihandiye ku ji bo rêgiriyê li ber şerekî mezin, ew piştê bi rêkeftinên li gel Hevpeymaniya Navdewletî girêdidin.

Ebdî herî dawî got ku ji bo rêgiriya li ber şerekî mezin, ew pişta xwe bi rêkeftinên bi Hevpeymaniya Navdewletî re girê didin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst