Mazlûm Ebdî Cejna Christmasê û sersal pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî cejna jidayîkbûna Mesîh û serê salê pîroz kir.

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî bi wesîleya Cejna Christmasê ango rojbûna Hz. Îsa û Serê Salê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Fermandarê HSDyê Ebdî got:

“Em cejnên jidayîkbûna pîroz û serê salê li xwîşk û birayên Xiristiyan, gelê Sûryan û Asûrî yên li Sûryeyê û cîhanê pîroz dikin.

Em saleke tijî bi hezkirin û aştiyê ji wan re hêvî dikin.

Welatê me û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dê wekî sembola biratî û pêkvejiyanê bimîne û dê li dijî kîn û tundrewiyê li gorî peyama Hz. Îsa têbikoşe. Cejna we pîroz be.”