'Tirkiye dixwaze gelê me penaber bike û demografiyê biguhere'
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê vê sibehê jêrxaneyên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.
Dronên Tirkiyeyê vê sibehê li bajarê Qamişloyê wêstgeha Sadkob, Stasyona Trênê, Kargeha Êm a Cizîrê, Çapxaneya Sîmav, kargeheke dirûtinê ya li taxa Meyselûn û devera Pîşesaziyê ya li taxa Elaya ku nêzîkî zindana DAIŞê ye û çend cihên din bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên xwecihî, di encama êrişan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Li Kobanî jî droneke Tirkiyê devera pîşesazî bombebaran kir, li wir jî 2 welatî birîndar bûn.
Wêstgeh ziyanên mezin dîtine
Di encama êrişan de wêstgehên enerjiyê yên Rojavayê Kurdistanê ziyanên mezin dîtine.
Karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo çêkirina wêstgehan dixebitin lê hîna çalak nebûne.
Di encamê de, piraniya herêma rojhilatê Qamişlo û heta sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ji elektirîk û xizmetguzariyên girêdayî wê bêpar maye.
Bangî civakên navneteweyî û Ereban kirin
Li bajarê Qamişloyê 33 partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê civiyan û têkildarî êrîşên Tirkiyeê daxuyanî dan.
Di daxuyaniya xwe de, partiyên beşdar ji Civakên Navneteweyî û welatên Ereb daxwaz kirin ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin û piştevaniya xwe ya ji bo HSDyê diyar bikin.
Sekreterê Partiya Roj a Demokrat Kovan Kinho ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
“Ji bo guherîna demografiyê dixwazin gelê me penaber bibin”
Kinho diyar kir ku Tirkiyê gelek deverên Rojavayê Kurdistanê kirine armanc û got:
“Tirkiyeyê gelek deverê Rojava dagirkirine. Îro bi hemû derfetên xwe hewl didin ku ewlehiya deverên aram ên herêmên mayî jî têk bibin.
Ji bo guherîna demografiyê dixwazin gelê me penaber bibin.
Me wekî partiyên siyasî gelek caran bangî hêzên navteweyî kiriye lê ne hêz, ne komîteyên Mafên Mirovan û ne jî hevalbendên me deng dernexistine.”
Şeva Şemiyê, derdora demjimêr 10 şevê, balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî çend wêstgehên enerjiyê yên li gundewarên Tirbespî û Dêrikê kiribûn.
Hêzên esmanî yên Artêşa Tirkiyeyê ragihandibûn ku di wan êrişan de balafirên wan ên şer 29 armanc têk dane.