Li Sêwazê agir bi 5 malan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîvrîxiyê parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê agir bi 5 malan ket û piştî sê demjimêran hat vemirandin.

Li gorî agahiyan, li gundê Olukmanê yê navçeya Dîvrîxiyê kesê bi navê A.A. xweliya germ a sobeyê rijandiye şaneşîn an balkona mala xwe.

Piştî demeke kurt ji ber agirê di nav xweliyê de agir bi malê ket. Agirê ku bi malê keta li 5 malên derdor belav bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata tîman de piştî 3 demjimêran agir hat vemirandin.

Heriwha ji ber agir ziyaneke mezin gihişt her pênc malan lê ziyanên canî çênebûn.

Derbarê pêketina agir de lêpirsîn hat despêkirin.