Li Qersê mînîbusek û 2 otomobîl li hev qelibîn: Miriyek, 17 birîndar

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî 2 otomobîl û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê berf û barana zêde bandoreke xirab li çûnûhatinê kiriye.

Li ser rêya Qers-Dîgorê li Newala Xanan, şeva borî ji ber berf, pûk û qeşayê 2 otomobîl û otobuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de welatiyê bi navê Sedat Alî Ozyumlu canê xwe ji dest da û yek jê pitik 17 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

6 birîndar bi xwe çûn nexweşxaneyên Qersê û tîmên tenduristiyê 12 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Qersê.

Rêya ku ji Qersê diçe Dîgorê ji ber qezaya trafîkê û mija zêde hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst