Awaya 4 salî ji ber lêdan û şkenceya jinbava xwe mir

25-12-2023
Nîşan Urmiye Jinbav Lêdan Keçhilî Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Awa Omer Qaremaniya 4 salî ya ku jinbava wê lê dabû û şkence lê kiribû li nexweşxaneyê mir.

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatanê Kurdistanê jinbavekê li keçhiliya xwe ya 4 salî dabû û şkence lê kiribû.

Mêjiyê keçika 4 salî ji ber lêdana zêde xisar dîtibû û li beşa nexweşiyên giran tedawî dibû.

Awayê 11 rojan li ber xwe da lê ji ber ku tenduristiya wê zêde xerab bûbû doh li Nexweşxaneya Muteheriyê ya Zarokan canê xwe ji dest da.

Rêvebirê Nexweşxaneya Muteheriyê ya Zarokan Seyid Reza Qaîmî mirina Awayê piştrast kir, “Awayê tevî hemû hewdanên me jî canê xwe ji dest da."

Piştî ku bavê awayê gilihê hevjîna xwe kiribû polîsan ew desteser kiribû û heta ku dema mehkemeya wê were dê di girtîgehê de bimîne.

Bavê Awayê ji Medyaya xwecihî re got, “Ez dê ji dadgehê bixwazim ku hevjîna min were îdamkirin.”

Çi bûbû?

14ê vê mehê dîmenên lêdan û şkenceya jinbavekê belav bûn, ev yek li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû sedema gelek bertekan.

Di dîmenên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin de diyar dibe ku jinbavek bi awayekî gelekî dijwar li keçhiliya xwe ya 4 salî dixe û paşê wê ji eywanê diavêje hewşê.

Dilê jinbavê dîsa jî rehet nabe, li hewşê jî lê dixe, paşê bi pora wê digire û wê dikişîne nava malê.

Bavê keçika 4 salî ji navçeya Kotolê ya Bajarê Xoyê ye lê ev çend sal in ku li Urmiyeyê dijî.

Hevjîna wî ya berê Azerî bûye û keçeke wî û kurekî wî ji wê jinê hebûne lê zêdetirî salekê ye ku bi jineke Kurd re zewiciye.

Bavê wê zarokê ji ber ku li kargehekê li Tewrêzê dixebite piraniya caran ne li malê ye.

14ê Kanûna Pêşînê piştî ku dengê giriyê keçikê hatiye bihîstin cîranan telefonî bavê wê kiriye.

Dema bav vedigere malê dibîne ku tenduristiya keça wî têk çûye û hevjîna wî ew nebiriye nexweşxaneyê jî.

Cîranan ji bav re gotiye, “Çend meh in bi taybetî bi şevan dengê giriyê keça te û kurê te tê. Jinbava wan li wan dixe û wan diêşîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst