Odeya Bazirganî û Pîşesazî a Amedê derbarê Deriyê Sînorî yê Xabûrê de daxuyaniyek belav kir

25-12-2022
RÛDAW
Nîşan DTSO Mehmet Kaya Deriyê Sînorî Xabûr Îbrahîm Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî a Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku Deriyê Sînor yê Xabûrê xizmet û beşên wê ne li gor pêwîstiyê ye û gelek caran barhilgir neçar dimînin ku nêzîka hefteyekê di derî de rawestin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî a Amedê Mehmet Kaya derbarê pirsgirêkên Deriyê Sînorî yê Xabûrê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de daxûyaniyeke nivîskî belav kir.

Kaya di daxûyaniyê de amaje bi wê yekê dike ku Deriyê Sînorî yê Xabûrê (Îbrahim Xelîl) xaleke girîng yê derbasbûna ji Ewropayê bo Rojhilata Navîne û ji neçarî barhilgir nêzîka hefteyekê û karsazên serdana Herêma Kurdistanê dikin jî neçar dimînin 2 rojan di nav otomobîlên xwe de çaverê bikin. Kaya dibêje: “Ligel zêdebûna bazirganiya navbera her du welatan û zêdebûna barhilgirên bazirganiyê êdî ev derî bes nake. Çûnûhatin zêde bûye û qadên xizmetê û beşên rêveberiyê jî li gor vê zêdebûnê nîne.”

Kaya daxxwaz dike ku cihên derbasbûnê, depo û salonên rawestandinê bên çêkirin û zêdekirin û bi vî awayî dema rawestanê bê kêmkirin. Herwiha kêmbûna karmendan jî weke sedemeke vê derengmayînê dinirxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst