Li Efrînê 3 Kurd ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatin girtin

25-12-2022
Loloxan
Nîşan Efrîn Kurd Desteserkirin Tirkiye
A+ A-

Hewlêrî (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li nav bajarê Efrînê Îstixbarata Siyasî ya ser bi Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtine.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), li nav bajarê Efrînê dewriyeke hevbeş a Îstxbaratê Siyasî û MITa Tirkiyê 3 welatiyên Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtine, du ji wan ji gundê Şingîle yê navçeya Bilibilê û yê sêyem jî ji gundê Meydan Ikbisê yê navçeya Racoyê ye.

Li gor heman çavkaniyê, 22ê Kanûnê jî, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve 5 welatiyên Kurd ji gundê Meydan Ikbisê yê navçeya Rcoyê bi tohmeta peywendiya li gel PKKê girtibûn ku di nav wan de jinek hebû.

Herwiha polîsên serbazî bi armanca wergirtina fidyeyê endazyarek ji gundê Elemdar ser bi navçeya Racoyê jî bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtibûn. Heta niha jî çarenivîsa wan Kurdên girtî nediyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst