Pîrozbahiyên Cejna Christmasê li dêrên Başûrê Kurdistanê dest pê kir

25-12-2022
RÛDAW
Pîrozbahiyên Cejna Christmasê li dêrên Başûrê Kurdistanê dest pê kir
Pîrozbahiyên Cejna Christmasê li dêrên Başûrê Kurdistanê dest pê kir
Nîşan Cejna Christmasê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, cejna jidayikbûna Îsa Mesîh tê pîrozkirin.

Qeşeyê kenîseya Margorgîs li Tilisqaf Kerem Necîb Qaşa got, “Di rastiyê de jidayikbûna Mesîh rawestgeha aştiyê û rizgarbûna mirovahiyê bû, ji ber wê ev cejn ji bo jiyana me bûyereke dilxweşker e û bilindbûna ronahiyê ye bo mirovahiyê bi taybet bo Mesîhiyên cîhanê.”

Kirîstiyanên Kerkûkê piştî 2003an wek Kirîstiyanên Iraqê rûbirûyî rewşeke metirsîdar bûn û hêjmareke zêde ya wan neçarî koçkirinê bûn û warê xwe bicih hiştin lê îsal, ew jî li dêrên xwe Cejna Christmasê pîroz dikin.

Serpereştyarê Dêra Tahîra Mezin Basim Hebîb anî ziman, “Ev peyama Mesîh e. Mesîh kesayetekî aştiyê bû, kesayetekî dihat hezkirin, kesayetekî aram û geşbîn bû. Ev bangewaziyeke zelal e ji bo hemû deshilatdar û fermanbidestên siyasî yên Iraqê, bi taybet hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya birêz, em daxwaza yekbûnê ji we dikin,em hezkirin, lêbûrîn û vekirina rûpeleke nû dixwazin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya karûbarên Kirîstiyanên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 143 dêr li Herêma Kurdistanê hene ku li piraniya wan nimêj tê kirin. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, berî sala 2003an, milyonek û 800 hezar Kirîstiyan hebûn lê niha hêjmara wan bûye 500 hezar kes û nêzîkî milyonek û 300 hezar Kirîstiyanan koç kirine ku piraniya wan Kirîstiyanên Iraqê ne, bi taybetî yên Bexda û Neynewayê ne.

Rewşa Krîstiyanan li Herêma Kurdistanê, wek hemû pêkhateyên din ên ne Kirîstiyan in.

Wezîrê Veguhestinê û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher got, “Ez dikarim bêjim Kirîstiyanên Rojhilata Navîn hesûdiya Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê dikin ji ber Kirîstiyan vir di nav Kurdên Misilman de dijîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst