ENKS: Rêveberiya Xweser rê nade serkirdeyên me di Sêmalka re derbas bibin

25-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava ENKS Sêmalka Rêveberiya Xweser PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de Partiya Yekîtiya Demokratçk (PYD), ku partiya desthilatdar di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de ye, tohmetbar kir ku rê nade serokirdeyên ENKSê û Eniya Aştî û Azadiyê bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka (Pêşabûr) re derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Yekşemê (25.12.2022) daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî biryara desthilata PYDê şermezar dike ku rê li derbasbûna endamên serkirdayetiya encumenê û yên din bigire û gelek astengiyan li pêşiya kesên din çê bike.”

ENKSê diyar kir, dergehê Pêşabûr-Sêmalka li ser daxwaza ENKS hate vekirin ji bo ku li Sûriyê alîkariya gelê Kurd bike. ENKSê herwiha ragihandiye, dergehê Pêşabûr-Sêmalka di gelek warên mirovî, bazirganî, xizmetguzarî û tendirustî de alîkariya xelkê kir û tekane dergehe di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ENKSê her dem xwestiye ku dergehê sînorî ji bo ajendayên siyasî neyê bikaranîn. ENKS dibêje, PYD dest danî ser dergehê Sêmalka û rê nade berpirsên wan û yên Eniya Aştî û azadiyê derbas bibin û xelkê re pirsgirêkan derdixin.

Encumena Kurdî bang li Amerîka kir û zextê li ser PYD bike ji bo ku derî veke.

Emîndariya Giştî ya ENKSê bang Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku “fişarê li PYDê bike û rê li binpêkirinan bigire û dergehê sînorî bê cudahî bikeve xizmeta her kesî û ji bo ajandayên siyasî neyê bikaranîn.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst