Ji ber barîna berfê rêyên 150 gundên Loristanê hatin girtin

25-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê pêleke barîna berfê dest pê kiriye û ji ber barîna berfê di du rojên bihorî de rêyên 150 gundan li parêzgeha Loristanê hatine girtin.

Serokê Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Loristanê, Mehdî Pazokî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandiye, di ru rojên bihorî de bi sedema barîna berfê li Loristanê, rêyên 510 gundan hatibûn girtin ku bi hewldanên tîmên taybet rêyên 460 gundan hatine vekirin, lê rêyên 150 gundan hêj girtî mane.

Mehdî Pazokî diyar kir, ji wan 150 gundan 100 gund ser bi bajarê Elîguderzê, 30 gund ser bi Nûrabadê û 20 gund jî ser bi bajarê Xuremava, navenda parêzgeha Loristanê ve ne.

Bi gotina Pazokî, ji ber barîna berfeke zêde xetên elektrîkê yên 50 gundên Loristanê jî qut bûne.

Li gor agahiyan, û 40 ji wan gundan ser bi bajarê Elîguderzê ve, 8 gund ser bi Nûrabad û 2 gund jî ser bi Xuremavayê ve ne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst