Gola Çildarê qeşa girt

25-12-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Çildarê Qers Qeşa Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku pileya germahiyê 10 pile ket bin sifirê, beşek ji rûyê Gola Çildarê ku dikeve navbera sînorên parêzgehên Qersê û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, qeşa girt û hejmarek geştiyaran serdana wê kirin.

Geştiyar li ser qeşaya golê ku sitûriya wê nêzîka 10 santimetre ye bi kêfxweşî dilîzin.

Geştyara ji Bursayê Zehra Degirmenci got “Ez niha gelekî kêfxweş im. Ji ber qeşa nebû ez xemgîn bûbûm. Bi armanca dîtina golê hatibûm lê min qeşa jî dît. Ji ber cara yekê ye ez têm Qersê û qeşayê dibînim bi kelecan im.”

Gola Çildarê li ser asta Bakurê Kurdistanê duyem gola herî mezin e. Rûberê golê 123 kîlometre çargoşe ye û bilindahiya wê ji deryayê 1959 metre ye. Bi taybet demsala zivistanê bala geştyaran dikşîne.

Geştyar Basiret Arkan dibêje “Ez Qefqas im, min xwest li ser qeşayê lîstika Qefqasiyan bilîzim. Wek min dixwest nebû lê dîsan jî gelekî kêfxweş im.”

Li gor amarên Saziya Keşnasî ya Tirkiyê li parêzgeha Erdexanê şeva borî pileya germê daket bin sifirê 7 pile û her derê qeşa girt.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem berdewam e û li cihên bilind ên parêzgehan barîna berfê jî berdewam e ku li hinek deveran berf gehiştiye 20 santimetre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst