Beşeke Krîstiyanên Sûriyê li Hewlêrê pêşwazî li Christmasê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wîlyam û dayika xwe Krîstiyanên Hemaya Sûrî ne. Salek e li bajarokê Enkawa ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dimînin. Dayika Wîlyem hem nexweş e û hem xwedan pêdiviyên taybet e, lewma Christmas tu rêyên xwe ji bo vê mala wan  nedîtiye.

Wîlyem Cemîl Selom, dibêje, “Bi rastî cejin hat, lê em hest pê nakin. Dayka min nexweş e, lewma tu tama vê cejnê tuneye û me amadekarî jî nekirine. Cejna me ya mezin ewe dema dayika min baş bibe.”

Li aliyekî din ê bajarokê Enkawa, amadekarî cuda ne. Ev malbat ji Kildanên resen ên Enkawa ne.

Dara xwe ya Christmas bi stêr, gul û gulopan xemilandine ku her yek hêmayeke wê ya cuda heye. Weke amadekarî ji roja jidayikbûna Hezretî Mesîh re.

Viyan Celal, diyar dike, “Em li serê darê stêrekî datînin, ji ber roja jidayikbûna Hezretê Mesîh, stêrek li esmanê Beyt Lehim diyar bû û ew stêr weku nîşanekî bû ji bo şikefta ku Mesîh tê de jidayk bibû, ta wê şikeftê bînin û bibib şahid li ser wê bûyerê.”

Hezreta Mesîh weku van rojan li şikeftekî û bi rengekê nehênî jidayik bûye, lewma Christmas bê wê şikeftê nabe, ku li kêleka darê tê danan.

Newzad Hakim, diyar dike, “Wî demî şahê Israîlê daxwaz kir ku çi zarokê di wê rojê de jidayik bibe, bikujin lewma dayika Meryem di şikeftekî de û bi rengekê nehênî zaroka xwe dana. Kesên şahid li ser wê bûyerê Yûsifê bav û çend şivan li gel, 3 kes ku di Incîla pîroz de bi Ecem tên naskirin.”

Jibilî hundirê malan, derve jî, çi dîwarên malan, tax û cade jî bi ronahiyên cuda têne xemilandin ku wek pêşbirkekê di navberda xwe de dikin ka dê xemla mala kê di Christmas de ciwantir be!