Hûrgiliyên binavbûna belema koçberên Kurd li deryaya Egeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji koçberên rizgarbûyê binavbûna belema li deryaya Egeyê ji Rûdawê re behsa bûyerê kir û got, “4 demjimêr piştî birêketinê, belema me ji kar ket û pêlên avê em ber bi giravekê ve birin û belem jî têk çû. 11 kes xeniqîn. Çend Kurdên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, piraniya koçberan rizgar kirin.”

Roja 23ê vê mehê li deryaya Egeyê belemek binav bû û di encamê de 11 kes xeniqîn ku 9 ji wan Kurd bûn.

Koçberekî Kurd ku ji wê bûyerê rizgar bû, ji Rûdawê re behsa wê rêwitiya metirsîdar û binavbûna belemê kir.

Li gor wî koçberê Kurd, ew roja 22ê vê mehê demjimêr 18.20 ji aliyê qaçaxçiyan ve ji hotela Selen a li navçeya Îçmeler a li Marmarîsa ser bi parêzgeha Muglayê ve li Tirkiyê, hatin birêkirin.

Koçberê Kurd diyar kir, destpêkê hejmara wan 31 kes bû, lê paşê wan kesan jî hinek li gel xwe anîn û hejmara wan gihişt 47 kesî û got, “em birin nav daristanekê û ji wir jî em birin cihê yext û belem lê bûn. Wan soz dabû me ku belemeke 16 metrî dê amade be û em dê bi wê bên veguhestin. Lê dema em çûn wî cihî, me dît ku belem 12 metrî ye. Heta em çûn wê deverê, hejmara koçberan gihişt 103 kesî ku 19 ji wan zarok bûn û em hemû bi zorê li belemê hatin siwarkirin.”

Koçberê Kurd eşkere dike, demjimêr 02.00 (23/12/2021) belem bi rê ket û 4 demjimêr piştî birêketinê, di belemê de pirsgirêk derket. Du deryavan li gel me bûn ku gotin, `em xelkê Qirgizistanê ne`, wan pirsgirêk çareser kir.”

Ew koçber tekez dike, belem ewqas tijî bûbû ku cih nebû bo rûniştinê û dibêje, pêlên deryayê jî gelek bihêz bûn û bi wê sedemê jî belem çend caran ji kar ket û hewl hat dayîn ku bê çêkirin.

Koçberê rizgarbûyê bûyerê dibêje, “Belema me berdewam kir heta demjimêr 14.00 roja 23ê mehê, lê motorê wê ji kar ket. Deryavanên li gel me jî bêhêvî bûn. Pêlên deryayê gelek bihêz bûn û belem li gel xwe dibir. Paşê motorê wê bo dema 5 xulekên din hat xebitandin, lê vê carê bi temamî ji kar ket. Pêlên deryayê em ber bi giravekê ve birin, lê ti cihekî bo daketina ji belemê nebû. Belem jî ewqas bi keviran ket ku ji çend aliyan ve şikest. Di wê demê de 11 kesên ji belemê ketin, pêlên deryayê li gel xwe birin û xeniqîn.”

Li ser wan kesên ketin nav deryayê jî ew koçber dibêje; sê kesên xelkê Kerkûkê ku dapîr, keç û nevî bûn û malbatake din a 7 kesî ku xelkê Helebçê bûn û yek ji wan jin bû, ew xeniqî û ew ên din jî rizgar bûn lê “2 zarokên xelkê Qeladizê, 3 kesên din ku dayîk, kur û keçeke xelkê Duhokê bûn û 2 kesên din ên xelkê Efxanistanê, wan jiyana xwe ji dest da.”

Li gor gotina wî koçberî ku niha li kampeke li Atînaya paytexta Yunanê ye çend ciwanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku ew jî di belemê de bûn, belem bi kevir ve girêdan û bi wî rengî, karîn şiyana piraniya koçberên di wê belemê de rizgar bikin.

Ew koçber dibêje, ji ber bihêziya pêlên deryayê, polîsê Yunanê nekarî wê şevê koçberan veguhêze, lê berdewam bi helîkopterê çavdêrî kirin û roja piştî wê ew veguhestin bo kampeke li Atînayê û diyar dike, “Rewşa me niha baş e. Koçberên din jî li kampekê hatine bicihkirin.”