Tirkiyê li Kobanî malek bombebaran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li herêma Kobaniya Rojavayê Kurdistanê malek bombebaran kir. Li gor zanayriyên Rûdawê di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê maleke nêzîkî Qesra Bozan Begê ya li herêma Kobaniyê bombebaran kir.
Çavkaniyekî ji nava bajarê Kobanî ji Rûdawê re diyar kir ku di encama êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes birîndar bûne bo nexweşxaneyê hatine rakirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, bomberana li ser wê mala li nêzîkî qesra Bozan Begê ku dikeve rojhilatê Kobanî, derdora demjimêr 16.24 çêbû. Di encama êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes birîndar bûn.
Her li gor zanyariyên Rûdawê ku hatiye bombebarankirin, mala Mistefayê Bekê Hemedo ye û hejmarek berpirsên Rêvgeberiyê li wê malê bûn, xwediyê malê, xaniyê xwe bi kirê dabû hinek berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser.
Encumena Cîbicîkar ya Herêma Firat jî ragihand ku “di êrîşa drona Tirkiyê de îro li Kobanî, 2 kes şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn. Tirkiyê û kirêgirtiyên wê yên dagirker bi wan êrîşan radibin û Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsya bêdeng in.”
Encumena Cîbicîkar ya Herêma Firat di daxuyaniyê de tekez kir, berprisiyariya wan êrîşên dijminane dikeve stûyê Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê.