Li Şêxan xwepêşandana li dijî xerabiya rê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêxan li dijî xerabiya rêyan xwepêşandanek birêve çû û bo demekê rêya sereke ya di navbera Elqûş û Şêxan hat girtin. Duh di encama bûyereke trafîkê de li wê herêmê, 5 kesên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dabûn. Welatî daxwaz dikin rêyên wan bên çêkirin.

Xelkê gundê Şêxka yê ser bi qezaya Şêxan ve li parêzgeha Duhokê, li ser xerabiya rêûbanan û zêdebûna bûyerên trafîkê bi wê sedemê, xwepêşandanek saz kirin û rêya sereke ya di navbera Elqûş-Şêxan de bo demekê girtin.

Xelkê wê herêmê ji Rûdawê re diyar kirin ku ji ber rêyên xerab heta niha çendîn malbat bûne qurbaiyên bûyerên trafîkê, lewma ew daxwaz dikin ku rêyên wan bên çêkirin.

Rêya wê herêmê, yek xet e û gundî dibêjin, ne guncaw e bo hatinûçûnê û bi gotina wan, çend caran berpirsan soz dane ku rêyên wan bên başkirin wek cot xet bê çêkirin, lê heta niha ew soz bicih nehatine. Welatiyejk dibêje, “Tenê di dema hilbijartinê de em Kurd in, wek din ti kes li me nanêre.”

Rêya Elqûş-Şêxan, rêyeke sereke ye û rojane bi deha otomobîl û barhilgir tê re hatinûçûnê dikin, lê heta niha jî ew rê ku navdewletî ye û Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê ve girê dide, yek xet (side) e.

Rêvebera nahiya Elqûş Lare Zare beşdarî bultena 13.00 a Rûdaw TVyê bû û amaje bi wê kir ku  nahiya wan bi fermî ser bi Neynewa ve ye û got, ew rê Mûsil, Duhok, Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê ve girê dide, lewma divê hikûmetên Iraq û Kurdistanê bi hevahengî vê rêyê çêbikin û pirsgirêkê çareser bikin.

 

 

Xwepêşandana îro di demekê de ye ku duh, 24/12/2021, li ser rêya Elqûş-Şêxan otomobîl û barhilgirekê li hev da û di encamê de 5 kesên endamên yek malbatê jiyana xwe ji dest dan û 3 endamên din ên wê malbatê birîndar bûn.

Ew malbata Kurd a Êzidî ku tûşî bûyera trafîkê bû, ji 8 kesan pêk dihat û di otomobîlê de bû û ji dawetekê vedigeriyan.