43 sal di ser komkujiya Kurdên Elewî yên Gumgumê re derbas bûn

25-12-2021
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Gumgumê Kurdên Elewî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çil û sê sal di ser komkujiya Kurdên Elewî yên parêzgeha Gumgumê ya Bakurê Kurdistanê re derbas dibe ku di wê komkujiyê de 120 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul di civîneke çapemeniyê de got, roja Şemiyê 25ê Kanûna 2021ê bi helkefta salvegera komkujiya Gumgumê li Taxa Yorukselîm a navenda bajarê Gumgumê merasîmekê saz dikin û daxwaz ji hemû rêxistin û saziyên Elewî û partiyên siyasî kir ku beşdarî merasîmê bibin.

Her bi helkefta salvegera komkujiya Gumgumê roja Înê 24ê Kanûnê Federasyona Elewî û Bektaşiyan a Îzmîra Tirkiyê civîneke çapemeniyê ya girseyî saz kir. Hinek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr beşdar bûn.

Bûyerên Gumgumê ku wek komkujiya Gumgumê tê naskirin, di rojên 19 heta 26ê Kanûna 1978an de ji aliyê grûpa neofaşîzm a gurên boz ve li dijî Kurdên Elewî yên parêzgeha Gumgumê ya Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Li gor amarên fermî, di wan bûyeran de 120 kes hatin kuştin, zêdeyî 200 malên Kurdên Elewî hatin şewitanin û nêzîka 100 dikan û cihên kar jî hatin têkdan. Li gor hinek çavkaniyan, ew komkujiî ne ji ber nankokiyên mezhebî yên navbera Elewî û Sunneyan bûye, lê çavkaniya wê pirsgirêka Tirk-Kurd bûye. Komkujiya Dêrsimê wek yek ji wan bûyeran tê hesabkirin ku rê xweşkirin bo pêkanîna Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980an.

Bi giştî derbarê 804 kesan de doz hat vekirin ku piraniya wan rastrew û kesên zêde rastrew bûn. Dozên ku li dadgehên rewşa awarte hatin vekirin heta sala 1991an berdewam kirin. Ji tohmetbaran 22 kes bi cezayê darvekirinê, 7 kes bi zîndanîkirina heta hetayê û 321 kes jî 1 heta 24 sal zîndanîkirin hatin cezakirin. 68 kes jî ku roleke wan a serekî di komkujiyê de hebû nehatin girtin û dadgehkirin.

Ji xeynî kesên ku cezayê darvekirin û heta hetayê wergirtibûn, cezayê yên din hat kêmkirin. Biryarên dadgeha rewşa awarte yên darvekirinê jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin hilweşandin.

Ji parêzerên mudaxilê komkujiyê Ceyhun Can di 10ê Îlona 1979an de, Halîl Sıtkı Gulluoglu di 3ê Sibata 1980an de û Ahmet Albay jî di 3ê Gulana 1980an de hatin kuştin. Cezayê kesên din jî bi Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê ku di sala 1991an de hatibû derxistin, hat paşxistin. Piştî ceza hat paşxistin kesîn hikumxwarî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst