Li Qamişlo 25emîn Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  duh 25mîn Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê bi rê ve çû.

52 helbestvan beşdarî Festîvala Helbesta Kurdî bûn ku beşek ji wan bi rêya online beşdar bûn.

Herwiha di çarçova 25mîn Festîvala Helbesta Kurdî de 33 helbest hatin xwendin.

Îsal ji ber ku salvegera Zêvîn ya festîvalê bû, û nivîskar Ibrahîm Xelîl û helbestvan Ebdulsemed Mehmûd xelatên festîvalê wergirtin.

Herweha ji bilî wê yekê jî, hejmarek endamên berê û kesayetiyên din hatin xelatkirin.

Helbestvan Luqman Ebdulrehman ji Rûdawê amaje bi wê dike ku ev 25 sal e, Festîvala Helbesta Kurdî berdewam e û dibêje, “evahiya helbestvanên herêma Cezîrê tê de amade ne. Em dixwazin bi rêya vê festîvalê helbesta Kurdî bi tevahî pêş bikeve.”

Helbestvan û Nivîskar Îbrahîm Xelîl ku di 25emîn Festîvala Helbesta Kurdî de li Qamişlo hat xelatkirin, dibêje, berdewamî girîng e "lê helbesta Kurdî li sînorekî sekinî maye."