Zarokên penaber ên kêmbihîs strana “Kêfxweşî Bo Cîhanê” distirin

25-12-2018
RÛDAW
Penaberên Sûriyê li Lubnanê xwe ji bo sala nû amade dikin
Penaberên Sûriyê li Lubnanê xwe ji bo sala nû amade dikin
Nîşan Lubnan Sûrî Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav dibistanekê li Lubnanê 26 zarokên Sûrî û Lubnanî yên kêmbihîs wek koma sersalê distirên.

 

Li Lubnanê li nav dibistana El-Fayid 26 zarokên Sûrî û Lubnanî yên kêmbihîs wek koma sersalê distirînin, ev zarokên xwedî pêdiviyên taybet  temenê wan di navbera 4 heta 16 salan de ye.

 

Ev 6 mehin li ser strana Kêfxweşî Bo Cîhanê”  proveyê dikin, komisyona koçberan bi rêya pizîşkên derûnî û pisporên civakî piştgîriya wan dike.

 

Xarokê Sûrî Elî Ezher dibêje: “Îro em sitranên şeva bêdeng, Zengilê Zengil û Kêfxweşî Bo Cîhanê dibêjin, ez sersaleke xweş û saleke nû û bextewer ji hemûyan re dixwazim."

 

Ew zarokên ker, 6 meh e li ser strana “Kêfxweşî Bo Cîhanê” proveyê dikin, komisyona koçberan bi rêya pizîşkên derûnî û pisporên civakî piştgîriya wan dike.

 

Mamosteya hunerê Baskal Xêrellah jî got: “"Ez gelekî serbilind im bi van zarokan, awazekî distirînin ku nikarin baş bibihîzin. Wek tu ji kesên nabîne bixwaze rengan bikar bînin. Xwestin stranekê bi rêya destnîşankirinê bibêjin. Ji min re gotin, eger kesekî nebihîs guhdariya me dike? Em dixwazin ji wan re rave bikin ka çi dibêjin."

 

Li Lubnanê zêdeyî yek milyon koçberên Sûrî hene, ji sedî 60ê wan zarok in, zêdeyî 120 hezar zarok di 6 salên borî de li wî welatî çêbûne, piraniya wan zarokan bê nasname û bêxwendinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst