Gedo: Divê danûstandin bi hikûmeta Sûriyê re bê kirin

25-12-2018
RÛDAW
 Salih Gedo  ragihand ku gefên Tirkiyê cidî ne
Salih Gedo ragihand ku gefên Tirkiyê cidî ne
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Amerîka Tirkiye Salih Gedo
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê (PÇDKS)  dibêje, divê danûstandin bi hikûmeta Sûriyê bê kirin, lê nabe rewş vegere wek berî Adara sala 2011 an.

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo ji Rûdawê re ragihand ku  gefên Tirkiyê cidî ne û divê li hember van gefan, yekrêziya hêz û aliyên Kurdî bê avakirin.

 

Salih Gedo wiha got: “Me îro di vê qanoxê de pêwîst bi diyaloga ligel rejîmê. Herwiha divê rejîm bizane nabe rewş vegere wek berî sala 2011an. Divê em gefên dewleta Tirk bi cidî bigirin. Biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê ya bi biryara Trump li cem me cihê gumanê ye. Ev wek tevgera niştîmanî divê bo rewşê li çareseriyeke bigerin. Berî her tişt divê em yekrêziya di nav Kurdan de pêk bînin.”

 

Gedo herwiha aznî ziman ku pirsa netewî ya Kurdî îro ketiye di bin metirsiyeke mezin de û got: “Divê em ligel hemû welatên ewropî heta ku ligel Rûsyayê jî danûstandinan bikin daku em bikaribin çareseriyekê bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst