Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi malbata Sêwan Qadir kir

25-12-2018
RÛDAW
Srokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê li gel malbata Sêwan Qadir axivî.
Srokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê li gel malbata Sêwan Qadir axivî.
Nîşan Srokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Sêwan Qadir Çemçemal Şewat
A+ A-

Çemçemal (Rûdaw) – Mamê Sêwan Qadir, ew jina ku di encama bûyereka şewatê de li Çemçemalê tevî 3 zarokên xwe canê xwe ji dest dan, ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê li gel wî axiviye û hevxemiya xwe gihandiye wan.

 

Şefîq Qadir, mamê Sêwan Qadir ji Rûdawê re ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê li gel wan axiviye û daxwaz ji wan kiriye, ku aram bin û sebrê bikin. Şefîq Qadir got, Nêçîrvan Barzanî ji wan re gotiye ku lêpirsîn derbarê dosyeya wê bûyerê de bi rêyên yasayî dest pê kiriye.

 

Şefîq Qadir got: “Me daxwaz nekir, lê belê birêz Nêçîrvan Barzanî bi xwe telefon kir. Em destxweşiyê li cenabê kek Nêçîrvan dikin û wî helwesêteke baş hebû, berî ku Sêwe (Sêwan) jî canê xwe ji dest bide, bi rêya ofîsa xwe ve hewl da, ku bişînin derveyî welat ji bo çareseriyên pizîşkî”.

 

 

 

Mamê Sêwan Qadir herwiha spasiya qayimmeqam û hemû saziyên qezaya Çemçemalê jî kir û diyar kir, hemû daxwaz ji wan dikin ku sebrê bikin û tekez kir, ku ew li benda dadgehê ne, daku wan kesan siza bide ku tawanbarê wê karesatê ne.

 

Heftiya bihorî di bûyereke şewatê de li taxa Asûde ya qezaya Çemçemalê, agir li malekê ket û di encamê de 3 zarokên di temenê navbera 1 heta 5 saliyê de canê xwe ji dest dan û dayika wan jî bi giranî birîndar bû, ku li gor pizîşkan %90ê laşê wê şewitîbû. Dayika wan hersê zarokan, ku navê wê Sêwan Qadir bû, duh Duşembiyê 24ê Kanûna 2018ê ji ber dijwariya birînên xwe canê xwe ji dest da.

 

Rojek berî ku canê xwe ji dest bide, Sêwan Qadir ji Rûdawê re axivî û ragihand, ku sedemê bûyerê mêrê wê bûye, ne ew û daxwaza sizadana wî û kesên tawanbar kir.

 

Sêwan Qadir got: “Mêrê min bû, me şer kir. Bila ev dosye neyê girtin û wî siza bidin. Ez qet wî efû nakim, ez ti kesekê efû nakim ku dest têde heye”.

 

 

 

Sêwan Qadir tenê 23 sal temenê wê bû û şeş sal berî niha li gel kesekî bi navê D.M jiyana hevbeş pêkaniye û 3 zarokên wan hebûn.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, piştî zewacê, Sêwan bo dema 5 salan li gel mala bavê hevjînê xwe dijî û salek berî niha dibine xwediyê mala xwe li taxa Asûde ya Çemçemalê.

 

Sêwan Qadir berî ku canê xwe ji dest bide, ji Rûdawê re got: “Di vê malê de qet asûde nebûm. Kesek hatibû nav jiyana me û hemû tiştek têk bir”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst