Mele Bextiyar di civînek nihênî de: Bila YNK û Gorran bibin yek partî

25-12-2016
RÛDAW
Nîşan YNK Mele Bextiyar Civîna nihênî Tevgera Gorran Yekgirtin Yek partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çend serkirdeyên pilebilind ên YNKê bi serpireştiya Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê bi nihênî û dûr li çavên kamêrayan civiyan. Berpirsekî wê partiyê jî dibêje: “Di civînê de Mele Bextiyar pêşniyar kir, ku YNK û Tevgera Gorranê bibin yek partî.”

 

Li gorî zanhariyên Rûdawê, duh şemî 24ê Kanûna 2016ê, li baregeha Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya li bajarê Silêmaniyê, çend serkirdeyên wê partiyê civînek nihênî birêve birine,

 

Civîn bi serpireştiya Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê, Mele Bextiyar hatiye encamdan û dûr ji çavên kamêrayan bûye.

 

Rûdawê ew zanyarî bi dest xist, ku civîn bo dema çend saetan berdewam bûye û 35 endamên polîtboruyê û serkirdatiya YNKê tê de beşdar bûne û derbarê çend mijaran de gotûbêj kirine.

 

Derbarê birêveçûna vê civîna nihênî d,e Berpirsê Melbenda (şaxeya) 6 a YNKê li navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê, Sîrwan Kûyxa di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Giringtinîn mijara vê civînê, pêşniyara Mele Bextiyar bû, ku pêşniyara wê yekê kir, ku hizir li rêyekê were kirin, da ku li gel Tevgera Gorranê bibin yek û bibin yek partî.”

 

Sîrwan Kûyxa herwiha got, ew bi xwe û komek ji serkirdeyên din ên YNKê demek dibe, ku kar li ser wê yekê dikin, ku YNK û Gorran yek bigirin û bibin partiyek.

 

Kûyxa tekez jî kir: “Ez wiha dibînim ku yekgirtina me li gel Gorranê karekê mehal (nemimkun) nîne, û dibe ku em bibin partiyek. Çimku rewşa Kurdistanê wê yekê ji me dixwaze ku em bi yekgirtî kar bo çareserkirina arîşeyên Kurdistanê bikin.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di civîna nihênî ya YNKê de her du cîgirên Sekreterê Giştî yên YNK, Celal Talebanî, wate Kosret Resûl Elî û Berhem Salih ji baskê Navenda Biryar a YNKê beşdar nebûne.

 

Herwiha ji baskê polîtboruyê jî ku xwe weke baskê pirranî bi nav dike, Hêro Îbrahîm Ehmed, ku hevjîna Celal Talebanî ye, beşdarî di civîna duh a YNKê de nekiriye.

 

Çavkaniyekê ser bi Navenda Biryar a YNKê ku nexwast, navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re aşkere kir, ku amadenebûna her du cîgirên Talebanî, Kosret Resûl û Berhem Salih ji ber wê yekê bûye ku li derveyê welat in, lê belê nirxandinên cuda derbarê sedemên amadenebşna Hêro Îbrahîm Ehmed tên kirin.

 

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand: “Tê gotin, yek ji sideman vedigere bo wê çendê, ku di çend rojên bihorî de, Mela Bextiyar di nivîsînekê de daxwaz ji Berpirsê Ofîsa Rêxistina YNKê Rifet Ebdullah kiriye, ku endamîtiya Şanaz Îbrahîm Ehmed a xwîşka Hêro Îbrahîm Ehmed û Berpirsa Rêxistinên Derveyê Welat ên YNKê, bisekinîne, ew yek jî ji ber ku wê dest bi kûrbûna arîşeyên navxweyî yên YNKJê de hebûye, lê belê heta niha ew yek nehatiye piştrastkirin, ka Rifet Ebdullah biryarek wisa daye yan na.”

 

Di çend rojên bihorî de, ji ber nivîsandina çend gotarên dijî hev, alozî di navbera Mele Bextiyar û Şanaz Îbrahîm Ehmed de derketibû û her du aliyan rexneyên tûj li hev girtibûn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst