Mesîhiyên Badînanê bi coş ve xwe ji pêşwaziya cejna Krîsmesê re amade dikin

25-12-2016
Nasir Elî
Mesîhiyên parêzgeha Duhokê xwe ji pêşwazîkirina sala nû ya zayînî re amade dikin.
Mesîhiyên parêzgeha Duhokê xwe ji pêşwazîkirina sala nû ya zayînî re amade dikin.
Nîşan Kurdistan Badînan Duhok Cejna Krîsmes Sala nû ya zayînî Mesîhî (Krîstiyan)
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Krîstiyanên devera Badînanê bi merasîmên kulturî û adetên xwe yên kevnar pêşwaziyê li serê sala nû ya zayînî dikin û xwe ji cejna ji dayikbûna Hz. Îsa ango sersala zayînî re amade dikin.

 

Li devera Badînan a Başûrê Kurdistnaê, cejna ji dayikbûna Hz .Îsa bi awayekê cuda û taybet tê pêşwazîkirin. Mesîhîyên Badînanê, di cejna ji dayikbûna Hz Îsa Mesîh de, merasîmên taybet rêk dixin, û tê de bi kultur û adetên xwe yên berê, bi tyabet çêkirina xwarinên berê yên deverê pêşwazî li hatina sala nû ya zayînî dikin.

 

Jineke temen 70 salî ya mesîhî ya bi anvê Henê Yaqû derbarê pêşwaziya mesîhîyên devera Badînan li sala nû de ji Rûdawê re diaxive û dibêje, ew cejna ku pace û kade tê de nebin, bi cejn nayê hesabkirin.

 

Henê Yaqû hêj li ser zindîragirtina hin kulturên taybet bi rojên cejna ji dayikbûna Hz. Îsa Mesîh berdewam e û weke ku bi xwe dibêje, ew hêj newetiyaye.

 

Nêzîkî 80 hezar welatiyên krîstiyan (mesîhî) li sînorê parêzgeha Duhokê dijîn û îro 25ê Kanûnê roja ji dayikbûna Hz. Îsa Mesîh bi bîr tînin û malên xwe bo pêşwazîkirin li mêvanên cejna Krîsmesê ango sersala nû ya mesîhî amade dikin.

 

Welatiyekî mesîhî yê bi navê Kerîm Sebrî ku li devera Badînanê dijî, derbarê çawaniya pêşwazîkirina sala nû ji aliyê mesîhîyên deverê de dibêje: “Xelkê deverên Sêmêl û Duhokê ti kêmxemiyekê nakin û têne malên me bo cejnên me û pîrozbahiyê li me dikin. Em jî her bi heman şêweyî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst