“Li Efrînê roja girtina Ocalan dibe bêhnvedan”

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şaxê Efrînê yê Yekîtiya Mamostayên Rojavayê Kurdistanê (YMRK) ya ser bi PYDê ve 4 rêveberên dibistanan ji ser posta wan dûrxistin û rojên ezmûnên dibistanan jî destnîşan kirin.

YMRKê li Efrînê biryar da ku ezmûnên xwendekarên dibistanan di 8/1/2014 de destpê bikin û di 16ê heman mehê de bi dawî bên.

Rêxistina YMRK ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin û serpereştiya dibistanan û proseya perwerde û fêrkirinê li seranserê Rojavayê Kurdistanê dike, lê heta niha hikûmeta Sûriyê mûçe û pêwîstiyên wan dibistanan dide.

YMRKê herwiha 4 rêveberên dibistanan li bajarê Efrînê ji posta rêveberiyê dûrxistin, lê li gor malperên nêzîkî PYDê navê wan mamostayan û navê dibistanên wan jî nehatine aşkerekirin.

Her li gor heman malperan, dûrxistina her 4 rêveberan ji ber wê yekê bû ku wan “biryarên Wezareta Perwerdeyê yên li dijî berjewendiyên fikirî û kultûrî yên navçeyê bi cî kirine û biryara frêbûna zimanê kurdî bi cî nekirine û herwiha propagendeyên wek wezaret dê mûçeya mamostayên ku fêrî kurdî bibin bibire, belav kirine”.

Ew her 4 rêveber Kurdên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ne.

YMRKê ya girêdayî PYDê herwiha rojên bêhnvedanê û tatîla di dibistanan de destnîşan kirine ku di nav de roja girtina serokê PKKê Abullah Ocalan (15/2) wek tatîl destnîşan kiriye, lê roja Serhildana 12ê Adarê ya Qamişlo û Karesata Helebce wek tatîl nehatiye destnîşankirin.