Li Wanê bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi "hinceta PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 17 û 24ê Çiriya Paşîn a 2024an de bi hinceta "rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê" operasyon hatin kirin.

Li Wanê di navbera 17 û 24ê vê mehê de di operasyonên cuda de bi hinceta "endamtî û alîkariya PKKyê" 7 kes hatin desteserkirin. Derbarê kesên hatine desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi "hinceta PKKyê" xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.