Li Herêma Kurdistanê çend kes dijîn?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kjurdistanê Dara Reşîd diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kes dijîn.
Encamên destpêkê yên serjimêriya Îraq û Herêma Herêma Kurdistanê diyar bûn.
Dara Reşîd di konferansa rojnamegeriyê de amarên serjimêriya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Dara Reşîd da zanîn ku ji bilî Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê 6 milyon û 370 hezar û 668 kes li Herêma Kurdistanê dijîn.
Li gorî gotina Dara Reşîd hîn ji sedî 4ê malbatan jî di sîstema serjimêriyê de nehatine tomarkirin.
Hin amarên serjimêriya Herêma Kurdistanê wisa ne:
- Hejmara mêran, 3 milyon û 200 hezar û 506 kes.
- Hejmara jinan, 3 milyon û 170 hezar û 162 kes.
- Rêjeya mêran li Herêma Kurdistanê ji sedî 50,4 e.
- Rêjeya jinan li Herêma Kurdistanê ji sedî 49,6 e.
- 6 milyon û 370 hezar û 668 kes li Herêma Kurdistanê dijîn.
- Ji sedî 84ê xelkê li bajaran û ji sedî 16yê xelkê li gundan dijîn.
- 2 milyon û 28 hezar xaniyên komî li Herêma Kurdisanê hene.
- Rêjeya kesên ku temenê wan di ser 65 salan re ye ji sedî 4,4 e.
- Kesê herî bi temen ê Herêma Kurdistanê 126 salî ye.
Wezîrê Plandanînê yê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku amarên serjimêriya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê nehatine hejmartin.
Li gorî gotina Dara Reşîd, navçeya Şêxan, nahiyeya Zêlkanê ya Şêxanê, nahiyeya Fehîdiyê Dihokê, nahiyeyên Dîbege, Melaqere û Giwêrê yênMexmûrê, nahyeyên Koks û Newcul û gundên dorûbera Çemçemalê li ser Kerkûk, Nînowa, Diyale û Selahedînê hatin tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê endamên malbatê 4 heta 6 kes in
Di serjimêriya Herêma Kurdistanê de derket holê ku rêjeya şêniyên bajaran ji sedî 84 û rêjeya şêniyên gundan jî ji sedî 16 ye.
Li gorî gotina Dara Reşîd, milyonek û 379 hezar û 163 malbat li Herêma Kurdistanê hene û endamên her malbatê 4 heta 6 kes in.
Piraniya şêniyên Herêma Kurdistanê mêr in û di temenê xebatkirinê de ne.
Dara Reşîd amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî amaran şêniyên Herêma Kurdistanê ciwan in û temenê wan ne mezin e.
Li gorî serjimariyê 3 milyon û 200 hezar û 506 kes mêr û 3 milyon û 170 hezar û 162 kes jî jin in.
Bi gotina Dara Reşîd, li gorî encaman rêjeya mêran ji 50,24 û rêjeya jinan jî ji sedî 49,76 e.
Li gorî serjimêriya destpêkê ji sedî 31,9ê xelkê di bin 15 saliyê de ne û ne di temenê kar de ne.
Nifûsa di temenê kar de di navbera 15 û 64 salî de ji sedî 63,7ê nifûsa giştî ye.
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî du milyon xanî hene
Li gorî encamên serjimêriya giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê zêdetirî ji sedî 14ê xelkê Îraqê pêk tên.
Dara Reşîd bang li welatiyan kir ku di qonaxa dawîn a serjimêriyê de hevkariya tîmên bijmêriyê bikin û qonaxa dagirtina formên malbatê jî wiha bi nav kir: “Pir girîng e.
Wezîr da zanîn ku piştî ku hemû daneyên nifûsê di sîstemê de bên qeydkirin, wê hejmara giştî li gorî bajar û bajarokan bê belavkirin.