Li Hewlêrê Konferansa Perwerde û Fêrkirinê ya Navneteweyî tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - 4emîn Konferansa Navneteweyî ya Perwerde û Fêrkirinê (ICET 2024) Îro li Hewlêrê dest pê dike û
Berpirsê Rêxistina Konfrensa Navdewletî ya Perwerde û Fêrkirinê Şêrwan Şerefanî beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû li ser konferans û sîstema perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.
Şêrwan Şerefanî da zanîn ku li Îraq, Herêma Kurdistanê û 60 welatên cîhanê nêzkî 5 hezar kesan ji bo ku beşdarî konferansê bibin navê xwe tomar kirye.
Her wiha Şerefanî diyar kir ku gelek mamoste ji welatên wekî Kanada, Brîtanya, Hindistan, Tirkiye û çend welatên din dê di konferansê de cîh bigirin û doh jî çûne serdana hinek dibistanên Hewlêrê.
Şerefanî ragihand ku mijara sereke ya konferansê ew e ku meriv dikare çawa poleke cîhanî amade dike û yek ji xalên sereke ji bo poleke wiha mezinbûna polê ye ku li gorî cîhanê li dibistanên Herêma Kurdistanê mezin e.
Şerefanî diyar kir ku hejmara standard a xwendekaran di polekê de 18-24 xwendekar e lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hin dibistanan 32 xwendekar di polekê de ne û carinan jî zêdetir e.
Şerefanî eşkere dike li cîhanê hejmara standard a xwendekaran di polê de 18-24 xwendekaran.
Lê li dibistanên Herêma Kurdistanê li çend dibstananan dighêje 32 xwendekaran di polê de û hinek caran zêdetir e jî.
Şêrwan Şerefanî da zanîn ku di dawiya konferansê de ewê yadaştnameyekê derbixin û pêşkêşî aliyên pêwendîdar bikin.
Şêrwan Şerefanî dibêje di dawiya konferansê de ewê Yadaştnameyekê derxînin û pêkêşî aliyên peywenîdar bikin.
Derbarê rêjeya sûdwergirtin ji derencamên konferansên berê Şêrwan Şerefanî dibêje sûdeke zêde jê hatiye wergirtin û bi liberaçavgirtina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bi rêjeya %7 sûd jê hatiye vekirin.
Li aliyê din Şêrwan Şerefanî got ku pêwîst Herêma Kurdistanê xwedî sîstema xwe ya taybet a xwendinê hebe.
Her wiha Şerefanî tekez kir ku ti sîstemek cîhanê li ser Kurdistanê bi temamî nayê guncandin, lewma me pêwîstî bi sîstemeke xwendinê ya taybet bi xwe heye ku li gorî rewş û civaka Kurdistanê guncaw be lê em dikarin sûdê ji hin taybetmendiyên sîstemên cîhanê wergirin bi taybet di warê teknelojiyê de.