Balyozxaneya Japonyayê xelat da bernameya 'Bestoon Talk' a Rûdawê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyê dema xelatê \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Wêneyê dema xelatê \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bestuun Talk Balyozxaneya Japonyayê ya Îraqê Bêstûn Osman Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) * Balyozxaneya Japnyayê xelata rêzgirtinê da bernameya "Bestoon Talk" a Tora Medyayî ya Rûdawê.

Doh êvarê li Balyozxaneya Japonyayê ya Bexdayê ji bo xeleta rêzgirtinê li bernameya Bestoon Talk a Rûdawê merasîmek hat lidarxistin.

Pêşkêşkarê Rûdawê Bêstûn Osman li ser xelatê got:

"Nêzîkî sal û nîveke Balyozaneya Japonyayê çavdêriya wan hemû çalakiyên Tora Medyayî ya Rûdawê yên ji bo ciwanan dike.

Balyozxane agahdarî wê yekê ye ku dema ciwan tevlî bernameyê dibin çawa însîyatîfê distînin." 

Balyozê Japonyayê yê Îraqê Futoshi Matsumoto jî bi rêya Rûdawê got, “Xwedê bi we re be Kurdistan û Îraq.”

Xelata rêzgirtinê ji aliyê Balyozxaneya Japonyayê û Sardar Groupê ve hatiye dayîn.

Sardar Group sponsora bernameya Bestoon Talkê ye.

Bernameya Bestoon Talk a Rûdawê Gulana 2003yan dest pê kir.

Di bermameyê de ciwan bi awayekî eşkere û zelal ew pirsên ku nehatine pirsîn ji berpirs û serkirdeyên siyasî yên Îraq û Herêma Kurdistanê dipirsin.

Ciwan bi awayekî berpirsiyarana rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê di wê bernameyê de tînin rojevê.

Heta niha ew serkirdeyên bûne mêvanê bernameya Bestoon Talkê wiha wiha ne:

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Serokê Tevgera Hîkmê ya Niştimanî ya Îraqê Emmar Hekîm, Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst