Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê

25-11-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Jin Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, "Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî li ser şiyan û pozîsyona jinan got, "Bihêzkirina şiyan û pozîsyona jinan bingeha avakirina civakeke dadperwertir û pêşketîtir e."

Îro Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Di roja cîhanî ya nehiştina tundûtûjiya li dijî jinan de, em soza xwe ya ji bo parastina mafên jinan li Kurdistanê nû dikin û wan piṣtrast dikin ku ji bo jinavbirina hemû cureyên tundî û cudahiya li dijî jinan, em dê berdewam bin.

Bihêzkirina şiyan û pozîsyona jinan bingeha avakirina civakeke dadperwertir û pêşketîtir e.

Herêma Kurdistanê di warê piştevanîkirina mafên jinan û dabînkirina derfetan ji bo beşdarbûna di jiyana siyasî û îdarî de li ser bingeheke wekheviyê bi mêran ra, pêşeng bûye.

Em di wê baweriyê da ne ku jin ne tenê şirîkên sereke yên di biryardayînê de be lê di heman demê de bingeha guhertin û pêşveçûna berdewam in.

Di vê rojê da, em daxwaza zêdetir hevkariya di navbera saziyên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û medyayê de dikin da ku bêtir hişyariyê belav bikin û nirxên tolerans û wekheviyê xurt bikin.

Her wiha em tekez dikin ku jinavbirina tundiya li ser jinan pêwîstî bi xebateke hevbeş a hemûyan heye ji bo piṣtrastbûna ji avakirina paşerojeke geş û ewle ji bo hemû ferdên civakê.

Bi vê minasebetê em sozê bi jinên Kurdistanî re didin ku ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê û bihêzkirina şiyanên wan ji bo lîstina rola xwe ya girîng di xizmetkirin û avakirina welat de, em dê berdewam bin li ser xebata bêwestan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst