Mereş: Bûk û zava ji ber berfê di rê de man
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê bûk û zava di rê de man û piştî 11 demjimêran hatin rizgarkirin.
Bûk û zavayê ku ji navçeya Sirûcê ya Rihayê ber bi parêzgeha Kirikkaleyê ve diçûn ji ber berfa zêde bi otomobîlê li ser rêya Mereş û Qeyseriyê di rê de man.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê piştî 11 demjimêran bûk û zava û malbata wan rizgar kir û li Navenda Çandê ya Şaredariya Goksunê hatin bicîhkirin.
Li gorî amarên AFADê, li parêzgeha Mereşê ji ber berf û pûkê heta niha rêyên 199 gund û gundikan hatine girtin û barîna berfê berdewam e.