Li Dêrezorê 2 kes bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir hatin girtin

29 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan 2 kesên madeyên hişbirê bi kar dianîn û pereyên sexte belav dikirin li rojhilatê Dêrezorê girtin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe derbarê girtina kesên hatine girtin de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê  Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê 2 kesên pereyên sexte belav dikirin û madeyên hişbir dibirin li herêmeke li rojhilatê Dêrezorê girtin.

Ew yek piştî lêpirsîn û şopandinan pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hêzên ewlehiyê li gel wan 200 dolarên sexte û dînarên Kuwêtê yên sexte û alavên bikaranîna madeyên hişbirê dîtin û dest danî ser wan.”

Li gorî daxuyaniyê di lêpirsînên destpêkê de her 2 girtî li xwe mikur hatine ku wan pereyên sexte belav dikirin û madeyên hişbir bi kar dianîn difirotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst