Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,6 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:20î çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9.75 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse