DÊRSIM- Jin li dijî qeyûman meşiyan: 'Îradeya Kurdan qebûl nakin'

25-11-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Dîmenê dema daxuyaniyê\ Wêne û vîdeo Maşallah Dekak \ Rûdaw
Dîmenê dema daxuyaniyê\ Wêne û vîdeo Maşallah Dekak \ Rûdaw
Nîşan Dêrsim Pilûr Tayînkirina Qeyûman DEM Partî Gulîstan Koçyigit
A+ A-

Dêrsim (Rûdawe) - Li Dêrsimê vê carê jinan li hemberî danîna qeyûman nerazîbûn nîşan da.

Rêxistinên jinan bi meşeke girseyî danîna qeyûm a li ser Şaredariya Dêrsimê şermezar kir.

Li Dêrsimê bi dehan rêxistinên jinan li Kuçeya Hunerê kom bûn û wan xwest balê bikişînin ser Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan.

Çalakiya jinan veguhezî çalakiya şermezarkirina danîna qeyûman li ser Şaredariya Dêrsimê.

Jinan biryar da li dijî danîna qeyûman heta Qada Seyîd Riza bimeşin.

Jinan pêşî berê xwe da ber Şaredariya Dêrsimê ku bi dîwarên beton hatiye dorpêçkirin. Paşê ji kar dûrxistina Hevserokên Şaredariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke şermezar kirin.

“Hebûna Kurdan elewiyan qebûl nakin”

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Koçyîgitê di daxuyaniyê de got:

“Naxwazin zilma xwe bi dawî bikin. Feraseta ku 38an kir û feraseta ku îro li çar aliyê Kurdistanê qeyûman datîne, heman feraset e.

Em bi hiqûqeke dijminane re rû bi rû ne. Ew Kurdan qebûl nakin, Elewiyan qebûl nakin û jina qebûl nakin.”

Jinên ku tevli meşê bûn danîna qeyûman a li ser şaredariyên Kurdan wekî zordestiyê bi nav kirin.

“Em zordestiyê qebûl nakin”

Çalakvana bi navê Naciya Turanê jî wiiha got:

“Em jinên Dêrsimê ne em qeyûman qebûl dikin û ne zordariya li ser jinan qebûl dikin û ne jî zordariya li ser ajalan qebûl dikin.

Em yekê ji wan jî qebûl nakin. “

Çalakvana bi navê Leyla Çelîkê diyar ki ku dê qeyûman qebûl nekin dê hertim bibêjin jin, jiyan, azadî.

Çalakvana bi navê Serap Guvençê jî wiha got:

“Em ji bo îradeya xwe li vê derê ne. Hertim dest datînin ser îradeya me. Em vê rewşê qebûl nakin. Em ji bo wê li vir in.”

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 22yê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst