Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin berfê de man: Hişyarî hat dayîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro dê li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran bibare û ji bo gelek parêzgehan hişyarî da.

Her wiha ji ber berfê li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dibistan rojekê hatin girtin.

AFAD û Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 38 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi kodên zer û pirteqalî hişyarî da.

Hişyariya bi koda pirteqalî

Ji bo 13 parêzgehan hişyariya bi koda pirteqalî hat dayîn.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Dêrsim, Erzingan û Mereşê

Parêzgehên Tirkiyeyê: Edene, Antalya, Gîresûn, Ordu, Tokat, Bayburt, Gumuşhane, Mêrsin, Rîze Trabzonê yên Tirkiyeyê.

Hişyariya bi koda zer

Ji bo 25 parêzgehan jî bi koda zer hişyarî hatiye dayîn.

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Sêwaz, Meletî, Semsûr, Dîlok, Osmaniye, Xarpêt, Çewlîg, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Qers

Parêzgehên Tirkiyeyê: Nevşehir, Nîgde, Konya, Aksaray, Karaman, Samsun, Hatay, Artvîn Qeyserî

Li 21 bajan dibistan hatin girtin

Li aliyê din, li 21 parêzgeh û navçeyên wan ji ber berfê rojekê  hemû dibistanên fermî û taybet hatin tetîlkirin.

Parêzgehên ku dibistan lê hatine girtin ev in:

Parêzgehên Bakurê Kurdistanê: Sêwaz, Mereş, Erzingan, Mereş, Meletî, Dêrsim, Çewlîg.

Parêzgehên Tirkiyeyê:  Nevşehir, Ordu, Yozgat, Gumuşhane, Bayburt, Bolu, Tokat, Kırşehir, Giresun, Aksaray, Çankiri, Sinop, Duzce, Karaman, Kastamanu, navçeyên Pozanti ûTufanbeyliyê yên Edeneyê, navçeyên Asarcik, Havza, Ladik û Vezirkopru yên Samsûnê,  navçeya Akyaziyê ya Sakaryayê, navçeya Eflaniyê ya Karabukê, navçeya Îkîzdere ya Rizeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst