Li Amedê polîsan midaxeleyî meşa jinan kir

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amed DAKAP Çalakî Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) hinek jin kom bûn û wan xwest bimeşin lê polîsan midaxeleyê çalakiyê kir û destûr neda meşê.

Platforma Jinan a Dîcle Amedê ji bo roja Roja Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan, li Xaçerêya Dinyayê ya navçeya Peyasa Amedê kom bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halide Turkoglu û xwişka xwendekara Kurd Gulîstan Dokuya ku li Dêrsimê hatiye windakirin Aygul Doku jî beşdarî çalakiyê bûn.

Jinan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da.

“Walî lêpirsînê nede destpêkirin dê Gulîstan neyê dîtin”

Di çalakiyê de, Aygul Dokuyê axivî û got:

“Hezar û 420 roj in xwişka min winda ye. Ji wê rojê heya niha 3 walî û 2 Wezîrên Karên Navxwe hatin guhertin lê hîn jî me encam negirtiye. Eger walî lêpirsînê nede destpêkirin û Zainal neyê girtin, dê Gulîstan neyê dîtin.”

Piştî wê, metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê DAKAPê Gunel Ozelê ve hat xwendin.

Gunel Ozelê diyar kir ku daneyên têkildarî tundiya mêran, ji aliyê desthilatdariyê ve nayên eşkerekirin û tê nixumandin.

Ozelê got, “Em guh nadin van qedexeyan. Çavê we lê ye hûn di 25ê Çiriya Paşînê de jinan bitepisînin lê hûn xwe dixapînin. Em têkoşîna jinê didomînin.”

Herî dawî Halîde Turkoglu axivî û got, “Em dê her tim bibêjin azadî, wekhevî, aştî û jin, jiyan, azadî."

Piştî daxuyaniyê jinên ku xwest bimeşin rûbirûyê midaxeleya polîsan bûn.

Di navbera polî û jinan de rageşî çêbû û jinan bi dirûşman bersiva polîsan da.

Jinan ji aliyekî ve li çepikan xistin û stranên Kurdî gotin û li aliyê din jî di nava dorpêçê de govend gerand.

3 jin hatin desteserkirin

Piştî dorpêça polîsan, Zozan Polat, Senem Erîş û Akrîme Hanas hatin desteserkirin.

Parlementera HEDEPê Halîde Turkoglu û parêzerên OHDyê ji bo berdana her sê jinan bi polîsan re gotûbêj kir lê tevî gotûbêjê ew nehatin berdan.

“Ka Dayika Taybet?"

Di nava dorpêçê de jinek rûnişt û diyar kir ku heya dorpêç ranebe ew dê li vir be û got, “Ka Dayika Taybet?"

Heman jinê wiha got:

"Em ji bo rakirina qedexeyan hatine vir. Ji teslîmiyetê re na, ji berxwedanê re erê."

Piştî gotûbêjê, jin ji nava dorpêçê derketin û çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst