MHP û AK Partiyê nexwest kuştina Tahîr Elçî bê lêkolîn

25-11-2023
RÛDAW
Di doza kuştina Tahîr Elçî de 4 kes tên darizandin / Wêne: Arşîv
Di doza kuştina Tahîr Elçî de 4 kes tên darizandin / Wêne: Arşîv
Nîşan Tahîr Elçî CHP Turkan Elçî AK Partî MHP Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heşt sal di ser kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn.

Lê heta niha jî kujerên wî ne diyar in û nehatine darizandin.

Partiya Gel a Komarî (CHP) doh li Parlamentoya Tirkiyeyê xwest ku lêkolîneke hûr li ser kuştina Tahîr Elçî were kirin û tawanbarên bûyerê bên eşkerekirin. 

Lê ew pêşniyara CHPyê bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.

Derbarê mijarê de Parlamenterê CHPyê Înan Akgun Alp got:

“Pêşniyarnameya me ya derbarê lêkolîna kuştina serokê berê yê Baroya Amedê, bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin.

We çima ev pêşniyar red kir? Ji ber ku berpirsyariyeke we ya siyasî di keşûhewaya kaotîk a sala 2015an de heye. 

We sala 2015an digot em çiqas li rojhilat dikujin li rojava qezenc dikin. Kuştina Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye.

Kuştina Tahîr Elçî ji bo vê dewletê bijardeya bibe dewleteke dadmend an jî bibe dewleteke zordar e.

Ti sedemek nîne ku em ji lêkolîna kuştina Hrant Dînk û Tahîr Elçî birevin.”

Di sala 8emîn a kuştina Tahîr Elçî de hevjîn, zarok û malbata wî li salonên dadgehê li dadê digerin. 

Rûniştina bê ya dozê dê 29ê vê mehê bi rê ve biçe. 

Lê redkirina lêkolîna parlamentoyê ji aliyê AKP û MHPyê ve, derbarê dozê bêhêvîbûn û şikestineke mezin li cem hevjîna wî Turkan Elçiyê çêkiriye.

Hevjîna Tahîr Elçî û Parlamentera CHPyê Turkan Elçiyê got:

“Em heta demjimêrên dereng li parlamentoyê bûn. Me wekî pêşniyara grûpê pêşkêşî parlamentoyê kir.

Bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin. Ev ji bo me ne suprîzek bû. Wekî pêvajoya dozê em rûbirûyî çi bêhêvîbûnê bûbûn, em careke din rûbirûyî heman bêhêvîbûnê bûn.

Ev rêwîtiyeke berdewam û zehmet e. Em gelek caran pêşbînî nakin ku dê dawiya wê çi be lê ji rewşa dozê ez dikarim bibêjim em gihiştine nerîneke wiha ku ev doz jî dê wekî gelek dozên li Tirkiyeyê bê ceza  bimîne.”

28ê Çiriya Paşîna 2015an dema Tahîr Elçî li pêş Minareya Çarling a Amedê ji bo nemana şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî dida çapemeniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Di doza kuştina Tahîr Elçî de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.

Heta niha daraza Tirkiyeyê ti biryarek nedaye ku dilê malbata Elçî xweş bike.

Niha jî çavê raya giştî li biryara dadgehê ya roja çarşemê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst