Li Efrînê çekdaran bazirganekî Kurd revand

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Feyleq El-Şam ku grûpeke Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê ye girêdayî Tirkiyeyê ye li herêma Efrînê bazirganekî Kurd revand.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li Efrînê Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku 23yê mehê, çekdarên Feyleq El-Şama bi fermandariya Selîl El-Xalidî, bazirganê zeytê yê Kurd Munzir Bîlal Birîmo revandiye.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li Efrînê Mistefa Şêxo destnîşan kir ku welatiyekî din jî hatiye revandin lê zanyariyên li ser wî ne zelal in.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li Efrînê Mistefa Şêxo diyar kir tevî ku ew her du welatî û otomobîla ku pê hatine revandin di 5 rêbendan re derbas bûne jî, çekdarên li ser rêbendan ew ranewestandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku li gundê Şingêlê yê herêma Efrînê çekdaran 2 welatiyên Kurd desteserkirin.

Rêxistinê diyar kir ku kesên ku hatine desteserkirin Şewket Reşîd Etaşê 47 salî û kurê wî Reşîd Şewket Etaşê 22 salî ne.