Li Bedlîsê 50 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 50 koçberên Efxan hatin desteserkirin.

Herwiha welatiyek jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li herêma bejahî ya navçeya Tetwanê di operasyonekê de 50 koçberên Efxan desteser kirine.

Li gorî parêzgariyê di operasyonê de kesek jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.

Piştî karên yasayî û îfade wergirtinê cendirmeyan ew şand dadgehê.

Herwiha 50 koçberên Efxan piştî karên yasayî cendirmeyan ew radestî Rêveberiyta Îdareya Koçê ya Bedlîsê kirin.