Li Qamişloyê semînerek derbarê krîza Sûriyeyê hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê samînerek di bin navê “Destêwerdanên Navdewletî û Herêmî di Karûbarên Sûriyeyê de û Astengkirina Çareserkirina Krîzê” bi rê ve çû.

Bi amadebûna hinek rewşenbîr û nivîskaran,  semînarek li Ofîsa Partiya Yekîtî ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Li gorî zanyarî û dîmenên taybet ku gihiştin Rûdawê, semînar bi navnîşana “Destêwerdanên Navdewletî û Herêmî di Karûbarên Sûriyeyê de û Astengkirina Çareserkirina Krîzê” bûye.

Semîner ji aliyê akadîmisyenê Kurd Dr. Ferîd Seidûn ve hat birêvebirin.

Ji Adara 2011yan ve, heta niha krîza Sûriyeyê berdewam e û gelek destwerdanên derekî û herêmî di wê krîzê de hene.

Bi nerîna çavdêran sedemeke sereke ya berdewamiya wê krîzê jî ew destwerdan in.